KCK’ê banga xwedîderktina li zimanê Kurdî kir

Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê banga xwedîderktina li zimanê kurdî kir.

Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek da.

Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê Roja Zimanê Dayikê li hemû kesî pîroz kir û destnîşan kir ku ziman ji bo gelan amûra herî girîng a jiyandina nasname û çanda xwe ye.

Komîteya Perwerdeyê got ku li gorî UNESCO’yê 2 hezar û 474 ziman bi metirsiya tunebûnê re rû bi rû ne û ji sala 1950’yî ve 230 ziman tune bûne.

Hat diyarkirin ku riya sereke ya bişaftina civakekê qedexeya zimanê wê ye.

Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê destnîşan kir ku modela perwerdeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo hemû gelên ku li herêm û cîhanê têkoşîna hebûn, nasmane û ziman dimeşînin, mînaka herî serkeftî ye.

Komîteyê banga xwedîderktina li zimanê kurdî kir.

Back to top button