Di wextekê de ku, DAIŞ li Dêrazorê têk diçe, teqîn li herêmên bakur û Rohilatê Sûrî çêdibin.
Herî dawî, bombeyek li Minbicê teqiya.
Ajansa Nûçeyan a Hawarê ragihand ku, serê vê sibehê saet 07:45’an de bombeyek ku li rex riya السعن Saean a Minbicê hatibû danîn teqiya.
Di encamê de, zirar çêbûn.
Hêzên Ewlekariya Hindirîn yekser berê xwe da cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kir.
Beriya bi çend rojan jî, di encama teqînekê li Minbicê 6 sivîl birîndar bûbûn.