Derbarê mikurhatina rayedarekî istixbarata Tirk yê berê a derbarê komkujiya Parîsê de, Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên Almanya bang li hikûmeta Fransayê kir ku dosyaya komkujiya Parîsê ji nû ve veke.
Pisporekî îstîxbaratê yê Almanyayê jî got: ”Piştî vê mikurhatinê, heke Fransa bixwaze, dikare terora dewleta Tirk ceza bike.”
Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên Almanya (KON-MED) derbarê mikurhatinên rayedarekî îstixbarê yê berê Îsmaîl Hakki Pekîn ku wan komkujiya Parîsê pêk aniye daxuyaniyek da.
KON-MED bang li hikûmeta Fransayê kir ku mikurhatinê Îsmaîl Hakki Pekîn ku ew sedema şehîdxistina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez in, weke delîleke şênber bigre dest û dosyaya komkujiya Parîsê ji nû ve veke.
Hat xwestin ku divê hemû Kurdistanî û dostên wan ên li welatên Ewropayê dijîn ji gefên dewleta Tirk werin parastin ji ber ku dewleta Tirk plansaziya komkjiya mîna Parîs dike.
KON-MED’ê bang kir ku divê di serî de Fransa, Almanya û hemû dewletên Ewropayê daxwazên azadiyê yên rewa yên gelê Kurd bibîne û li dijî faşîzma dewleta Tirk bibin xwedî helwest.
Pisporekî Alman: Fransa bixwaze dikare terora dewleta Tirk ceza bike
Li ser gotinên Ismaîl Hakki Pekîn ên derheqê komkujiya Parîsê de, pisporê îstîxbaratê yê Almanyayê Erîch Schmîdt-Eenboom got:
”Piştî vê mikurhatinê, heke Fransa bixwaze, dikare terora dewleta Tirk ceza bike.”
Eenboom bi bîr xist ku îstîxbarat û yekîneyên ewlehiyê yên Fransayê, zanînên li ber destên xwe ku fermana suîqasta li Parîsê rasterast Erdogan daye, dane dozgeriya Fransayê û ev di dosyaya lêpirsînê de hene.
Pisporê Alman diyar kir, ji bo rûdaneke wiha li welatê wan çênebe, hikûmeta Alman hişyariya bi navê “pê li xeta sor neke” daye Enqereyê.