Serokê DYA Biden: Amerîka vegeriya

Li cîhanê hêzên serdest careke din tên pêşberî hev. Serokê DYA Biden bi awayekî eşkere gef li Rûsya û Çînê xwar û got, Amerîka vegeriya.

Heman bang ji Ewropa û NATO jî derket. Serokên YE û Sekreterê Giştî yê NATO Stoltenberg li dijî Rûsya û Çînê banga têkoşîna hevpar li DYA kir.

Di demeke li dijî pêkanîna şer peyam tên dayîn de careke din nîşaneyên derketina şerekî mezin xwe da hîskirin.

Di Konferansa Ewlekariyê ya li Munihê de peyamên gef û gur li pêş bûn.

Serokê DYA Joe Biden bi awayekî eşekere îşaret bi Rûsya û Çînê kir û got:

Êdî Amerîka vegeriya.

Biden yê bi rêya vîdeo beşdarî konferansê bûyî anî ziman ku demokrasî ne tişteke ku bi şaştî derkeve.

Divê biparêzin, bihêz bikin û nû bikin.

Divê em piştrast bikin ku ev ne bermahiyeke dîrokî ye, lê ji bo avakirina xeyalên xwe rêya herî başe.

Biden balkişand li ser têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û wiha pêde çû:

Pêwist rê neyê dayîn ku çeteyên DAIŞ’ê careke din li Rojhilata Navîn, Ewropa, DYA yan jî ciheke din werin gel hev.

Biden: Wê pêşbaziya bi Çînê re zehmet derbas bibe

Derbarê pêşbaziya di navbera Waşîngton û Pekînê de, serokê DYA daxuyanirin ku wê ev zehmet derbas bibe.

Ji bo vê yekê jî îşaret bi girîngiya hevkariya navbera DYA-YE ya li dijî Çînê de kir.

Biden: Moskova dixwaze NATO lwaz bike

Biden, Rûsya bi hewildanên lewazkirina NATO tawambar kir û Moskova weke gefa herî xeter ji bo NATO binav kir.

YE û NATO Bang li DYA kir ku li dijî Rûsya û Çînê têkoşîna hevpar bimeşênin

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg jî li dijî vêyekê helwesta xwe diyar kir û got:

Rûsya û Çîn ji bo biryarên xwe dixwazin qanunên nû binivîsin.

Stoltenberg, Serokê Konseya YE Charles Michel û seroka Komisyona YE Ursula von der Leyen jî bi rêya video beşdarî konfransa li Munîhê bûn.

Stoltenberg diyar kir ku di nava salên dawiyê de, di navbera Ewropa û DYA’yê de fikrên cuda derket lê pêwiste niha tifaqeke hîn xurtir ava bikin.

Serokê Konseya YE Charles Michel bibîrxist ku 75 sale di navbera DYA û Ewropa de hevkariyek xurt heye.

Werin em hevalbendiya xwe ji bo cîhanek hîn xweştir bêxin navend.

Careke din bixêr hatî Amerîka.

Seroka Komisyona YE Ursula von der Leyen jî anî ziman ku tevî nexweşiyê Çînê karî 2020’an jî pêş bikeve.

Von der Leyen diyar kir ku Rûsya hem li hendir û hem li derve qanûn binpê kirine.

Ji ber vêyekê îşaret bi girîngiya hevkariya navbera DYA û YE de kir û daxwaza xurtkirina hevkariyê kir.

Back to top button