Pentegon: DYA wê di vekişîna leşkerên xwe ji Efxanistanê de lezê neke

Her bi pêşketinên li Efxanistnaê em dewam bikin. Wezîrê Parstinê yê DYA Llyod Austin diyar kir ku ew stratejiya xwe ya li Efxanistanê bi baldarî lêkolîn dikin û got, dibe biryara Donald Trump ya vekişîna tevahî leşkeran ji Efxanistanê pêk neyê.

Llyod Austin yê weke şefê Pentegon ku civîna xwe ya yekemîn lidarxistî de, li ser welatên şer lê heyî agahî da.

Austin anî ziman ku wê li van welatan bi hevalbendên xwe re hevdîtinan bidomînin û got:

Emê ne hikumeta Efxan û ne jî NATO matmayî nehêlin.

Wezîrê Parastinê yê DYA işaret bi peymana aştiyê ya navbera Talîban û hikumeta Efxanistanê de kir û diyar kir ku divê danustandinên peymanê dewam bikin.

Ji ber hîna li welat rêjeya tundiyê di asteke bilin de ye.

Rêveberiya Joe Biden, têkildarî peymana Sibata 2020’an ya bi Talîbanê re lêkolînan dike.

Piştî vê lêkolînê wê rêveberiya welat biryarê bide ka heta Gulanê wê 2 hezar û 500 leşkerên xwe ji herêmê vekişîne yan na.

Llyod Austin anî ziman ku di encama lêkolînê de biryar çi dibe bila bibe, wê DYA di mijara vekişînê de “lezê neke û bê disiplîn” venekişe.

Back to top button