Serokwezîrê Spanya Sanchez: Hikumet wê li dijî tundiyê be

Serokwezîrê Spanya Pedro Sanchez li dijî xwepêşandanên ji bo serbestberdana rapçî Pablo Hasel daketine qadan bertek nîşan da.

Pedro Sanchez anî ziman ku çi dibe bila bibe tundî nayê pejirandin.

Tişteke nikare tundiyê rawa bike.

Tundî, ne azadî, lê êrîşeke li dijî demokrasî û azadiya kesekî dine.

Wezîrê Karê Hindirîn yê Spanya Fernando Grande Marlaska li dijî tundiyê bertek nîşan da.

Lê her bi vê ve girêdayî piştevaniya xwe ya bi destwerdana polîsan ya li xwepêşandanan jî an ziman.

Lê ya li ser erdê xuya dike li dijî xwepêşandêran li Spanya tundiyek zêde pêk tê.

Şevê din di roja 4. de careke din xwepêşandêr li kolanan bûn.

Di serî de li bajarên Katalonya, li Spanya xwepêşandêr ji bo serbestberdana Hasel yê 16’ê Sibatê bi hinceta bêrêzî li dijî malbata qiralyetê kirî hatî girtin pêk tê.

Back to top button