Li Endonezya ji ber mirina famîleya balînayan merasîmekî komî hate lidarxistin

Li Endonezya ji ber mirina famîleya balînayan merasîmekî komî hate lidarxistin.

Li gundên Patereman, Modung û Bangkalan yên li Rojhilatê Java ya Endonezya 49 balînayên mirî li perava deryayê hatibûn dîtin.

Doh li herêmê ji bo 46 balîneyan merasîmek komî hate lidarxistin û hatin binaxkirin.

Memûrên Polîs, ji bo veşartina van balîneyan jî bi dehan mekîneyên hilkolîner li herêmê bicih kirine.

Ekîba goran, ji ber çûn û hatinê neçar dimînin ku karekî zehmet bikin.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya herêmî de derdikîn, ji 49 balîneyên ku li Bangkalan 3 jî hîna dijîn.

Ev balîna ji aliyê xwebexşan ve careke din gihandine nava deryayê.

Heta niha jî sedemê hatina balînayan ya li ser axê nayê zanîn.

Back to top button