Partiya Demokratîk a Gelan-HDP’ê ji bo zimanê kurdî bike zimanê bingehîn ya partiya xwe perwerdehiya navxweyî da detpêkirin.
Endam û rêveberên HDP’ê gelek ji wan tevî ku kurdin, kurdî nizazin û kurdî naxivin.
Ev yek jî di nav gel de rastî bertek û nerazîbûnan dihat.
HDP jî bi nêzîk bûna 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê derbarê perwerdehiya ziman de biryarek stratejîk da.
HDP’ê biryara perwerdehiya kurdî ya navxweyî ya endam û rêveberên xwe da.
Hevberdevkê Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî Salîm Kaplan derbarê mijarê de axivî.
Kaplan diyar kir k di nav HDP’ê zimanê kurdî weke zimanêki esasî nehat rûniştandin. Kêmasiyên HDP hebûn, weke rexnedayî ew vê gavê davêjin.