HDP: Girtina Gergerlîoglu siyasiye

Partiya Demokratîk a Gelan-HDP’ê li dijî biryara cezakirina Omer Faruk Gergerlîoglu daxuyaniyek da.

Partiya Demokratîk a Gelan-HDP’ê û got:

Ev biryar biryarek siyasîye. Dadgeriya tirkiyê bi zexta desthilata AKP-MHP’ê vê biryarê daye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku li gor qanûnê keseke ku parlamenter be, xwediyê parêzbendiyû be, heta biryar neçe mehkemeya jor, çênabe dadgeh biryarek wisa bide.

Hêjayê bibîrxistinê ye ku Gergerlîoglu ji ber nirxandinên xwe yê derbarê Garê de ku desthilat sûcdar kiribû bû hedef.

Her wiha raportorê Tirkiyê yê Yekîtiya Ewropayê jî girtina Gergerlîoglu şermezar kir.

Raportorê Tirkiyê yê Yekîtiya Ewropayê Nacho Sanchez Amor li der hesabê xwe yê twîtterê diyar kir ku divê Konseya Yekîtiya Ewropa li hember vê yekê bêdeng nemîne.

Back to top button