Çalakiya greva birçîbûnê di roja 86’an de dewam dike

Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan li girtîgehan hatibû destpêkirin bi dewirgirtina koma 17’emîn di roja 86’yemîn de dewam dike. Her wiha çalakiya piştgiriyê ya li Mexmûr û Yewnanîstanê jî bi biryararî didome. 

Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020’î de li girtîgehên Tirkiyê û herêmê hatibû destpêkirin didome.

Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi dewirgirina koma 17’emîn di roja 86’yemîn de de didome.

Çalakiya grevê ya li Mexmûrê di roja 65 de didome

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclisa Îştar 18’ê kanûnê li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin.

Çalakiya li Mexmûrê bi koma 33’mîn di roja 65’emîn de dewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê her roj ji aliyê gel ve bi awayek girseyî tê ziyaretkirin û tendurustiya çalakvanan jî her roj ji aliyê saziya tendurustiyê ve tê çavdêrkirin.

48 roj in li kampa Lavrîoyê çalakiya greva birçîbûnê didome

Li Kampa Lavrîo ya Yewnanîstanê jî grev hat destpêkirin û çalakî 48 roj in didome.

Çalakî her 5 rojan carek tê dewir girtin.

Jinên Efrînî: Em li dijî tecrîdê serî hildidin

Jinên Efrînê yên li kampa Lavrîo ya Yewnanîstanê di greva birçîbûnê de ne nerînên xwe anîn ziman.

Zarîfe Omer Osman da zanî ku hevjînê wê Abdo Şexo ev 28 salin li Tirkiyê bi awayekî dijhiqûqî girtiye û got:

Dewleta Tirk dibêje ew hikûmetek demokrat in, lê ev derew e, ger demokratbûna wê ev zilm nekiriba.

Salîha Xelîl jî got:

Divê li dijî êrîşan em li berxwe bidin, em hewl didin dengê xwe bidin bihîstin.

Divê tecrîd demildest rabe û daxwazên me bên cih.

Back to top button