BEDRAN ÇIYAKURD: DIVÊ WELATÊN HEVKAR RÊ LI PÊŞIYA VEGERA DAIŞ Û ÊRÎŞÊN TIKRIYÊ BIGIRIN

Şêwirmendê Rêvebriya Xweser Bedran ÇiyaKurd, diyar kir ku, wê têkbirina DAIŞ’ê herêmê derbasî pêvajoyeke nû bike û got:
Divê welatên hevkar ji vê yekê re amade bin û rê li pêşiya êrîşên li ser herêmê bigirin.
Herwiha Çiyakurd destnîşan kir ku, Rêjîma ji diylogê re ne vekirî ye.

 

Bedran Çiya Kurd têikldarî şerê li dijî DAIŞ’ê û pêvajoya piştî wê bersiv da pirsên ajansa Reutersê.

Çiya Kurd diyar ku serkeftina li Baxozê wê gavek ber bi pêvajoyeke nû ve be û wiha got,

Ji bo naskirina Rêveberiya Xweser wê ked û têkoşînê bikin û bihgêjin çareseriyeke aştiyane ji bo aloziya Sûrî..

Lê belê heta niha ji ti kesî, heta ji hevkarên me li dijî DAIŞ’ê jî, helwesteke zelal ji bo vê mijarê dernektiye holê.

Çiya Kurd îşaret bi peywendiyên Rêveberiyê jî kir û da zanîn ku, xebatên dîplomasî wê li ser esasê xurtkirina peywendiyan bi hevkarên Ewropî, DYA û hin dewletên din ê şerê DAIŞ’ê dikin be.

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser, destnîşan kir ku ji bo rê li pêşiya vegera DAIŞ’ê û êrîşên dijminan ango Tirkiyê bê girtin, divê welatên biyanî bi jinûvexurtkirina binesaziyê û xurtkirina aboriyê re alîkar bin.

BEDRAN ÇIYAKURD:
RÊJÎM JI DANÛSTANDINAN RE NE VEKIRÎ YE

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser behsa danûstandinên bi Rêjîma Sûrî re jî kir û ev tişt anî ziman;

Diyolga bi Rêjîmê re hat astengkirin, ji ber ku ew ji vê yekê re ne vekirî ye.

Daxuyaniyên dawî yên Rêjîmê hêviyên diyalogê qut kirin û ev yek dibe rewşeke xeter bi xwe re bîne.

Leave a Reply

Back to top button