Baregha Beled a Iraqê bi 3 moşekan hat hedef kirin

Li dijî baregha Beled a hawayî ya li parêzgeha Selahedînê a Iraqê êrişeke bi mûşekan pêk hat.

Çavkaniyekî ji Alsumaria News re got, 3 moşekên Katyusha derdora baregeha Beled kirin armanc û diyar kir, moşek li qada derveyî baregehê ketin.

Li gorî heman çavkaniyê, 2 karmend ku di baregehê de dixebitin, yek iraqî û yê din nasnameya wî nehate zanîn, birîndar bûn.

Sky News ji zimanê çavkaniyên iraqî ragihand, 2 mûşekan baskê leşkerî yê Amerîkî yê, şiriketa “Sally Porter” li baregeha Beled kir hedef û ya sêyem negihişt hedefa xwe.

Hêjaye gotin, di baregrha Beled de hêzên Koalîsyona Navneteweyî hene û gelek caran êriş li ser hatine kirin.

Back to top button