Komxebata ‘NRLS’ bi pêşniyar û nêrînan bi dawî bû

Komxebata Nakokiyên Kurdî-Kurdî ya rastiyên heyî û çareseriyan bi dawî bû.
Tê de hate gotin, divê astengî û nakokiyên kurdî werin rakirin û ji bo avakirina yekitiyê bixebitin û destkeftiyan biparêzin.

Komxebat piştî lidarxistina 3 rûniştên diyalogê bi dawî bû.

Di her 3 rûniştinan de mijara nakokiyên Kurdî-Kurdî yên di dîroka nûjen de, rewşa Kurd a niha bi hemû awayên wê, hatin nîqaşkirin.

Beşdaran li ser gefên li ser hebûna Kurd, siyasetên dijberiyê û guhartina demografiyê a ku li dijî gelê Kurd a Rojava pêk tê, nîqaş kirin.

Beşdaran di pêşniyar û nêrînên xwe yên pêşerojê de, da zanîn ku pêwîst e astengî û nakokiyên Kurdî bên rakirin û yekitiya Kurd ava bibe, da ku parastina destkeftiyan bê kirin.

Her weha diyar kir ku devê hemû ji hewldanên partîtî bi dûr bikevin, ji ber dikeve xizmeta dijminên gelê Kurd.

Dawiyê jî destnîşan kir ku divê têkoşîna kurd li hember dewleta Tirk a dagirker bilind bibe.

Back to top button