Kurd û dostên xwe li Fransa û Almanyayê daketin qadan

Li bajarên Fransa, Almanyayê û Ewustûrya, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.
Çalakgeran diyar kir ku heta azadiya Rêber APO ew ê her di nava çalakiyan de bin. Ji bo azadiya Rêber APO, wê li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê jî, ji bo 6 rojan çalakiya rûniştinê bê lidarxistin.

Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ebdullah Ocalan kurdistanî û dostên xwe li Ewropayê çalakiyên cûda li dar xistin.

Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Bordeaûx ê Fransayê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin.

Li bajarê Stûttgartê yê Almanyayê jî bi heman armancê, çalakiya bêîteatiya sivîl hate lidarxistin.

Ciwanan, diyar kir ku heta Rêbera APO bi rengekî fîzîkî azad bibe wê li qadên bin.

Bi “Pirtûkxaneya Rêbertî” çalakiyek hat lidarxistin

Ji bo danasîna paradîgmaya Rêber Ebdullah Ocalan bi “Pirtûkxaneya Rêbertî” li Viyanaya Ewustûryayê çalakiyek pêk hat.

Di çalakiyê de stand hate vekirin û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pêşandan.

Li Dusseldorfê ji bo 6 rojan çalakiya rûniştinê bê lidarxistin

Pêngava ‘Li dijî tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê; dem dema azadiyê ye’ ku 12’ê Îlonê dest pê kir, li Ewropayê dewam dike.

Ji bo azadiya Rêber APO, wê li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê ji bo 6 rojan çalakiya rûniştinê bê lidarxistin.

Hunermendên TEV-ÇAND’ê jî wê aktîvîteyên çandî li dar bixin.

Çalakî wê 22’ê Sibatê li ber Parlamentê dest pê bike û 27’ê Sibatê roja Şemiyê jî bi mîtîngeke girseyî bi dawî bibe.

FED-MEDê li ser çalakiyê daxuyaniyek da û bang li Kurdistaniyên li eyaleta NRW’ê hate kirin ku tevlî çalakiyê bibin.

Back to top button