Rûspiyên Zirganê: Em bi dil û can piştgiriya QSD’ê dikin

Rûspiyên eşîrên navçeya Zirganê destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatî Sûriyê bi armanca têkbirina ewlehiyê û berdewamkirina aloziyê pêk tê.Rûspiyên Zirganê piştgiriya xwe ji berxwedana QSD’ê ya li dijî van êrîşan nîşan da.

Ji ber metirsiya dewleta Tirk a dagirker ji projeya Rêveberiya Xweser re, êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatî Sûriyê dike û hin beş ji xaka Sûriyê dagir kirin.

Rûspiyên eşîrên Zirganê êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî herêmê şermezar kirin û banga dawîkirina hebûna dewleta Tirk a li herêmê kirin.

Rûspiyan piştgiriya xwe ji berxwedana şervanên QSD’ê re a li dijî dagirkeran nîşan dan û anîn ziman ku divê eşîrên herêmê piştevahiya xwe ya bi QSD’ê re xurttir bikin.

Rûspiyê eşîra Herb li Zirganê Elî Xelef El-Ebas diyar kir ku, dewleta Tirk a dagirker rûbereke mezin ji herêmê dagir kir û anî ziman ku divê hebûna dewleta Tirk a li herêmê bi dawî bibe.

Em rûspiyên eşîran bi hemû awayî li dijî artêşa Tirk a dagirker disekinin.

Em ê li ser xaka xwe bimînin, ji ber ku derketina me tê wateya ku em erdê xwe ji dagirkeran re dihêlin.

Em aramiyê dixwazin.

Bi dagirkirina Tirkiyê ji herêmê re aramî têk çûye.

Heta dwiyê em ê bi dil û can piştgiriya QSD’ê bikin.

Li ser heman mijarê rûspiyê eşîra Sorka, Ferhad Simo destnîşan kir ku hebûna artêşa Tirk li herêmê ne rewa ye û bêdengiya saziyên Mafên Mirovan şermezar kir.

Back to top button