12 ÊRÎŞÊN EZMANÎ Û 60 FÛZE BI SER HERÊMA NAVBERA IDLIB Û HEMAYÊ HATIN BERDAN

Hêzên rêjîma Sûrî û alîgira wê, Rûsya, gundewarên rojhilatê parêzgeha Idlibê bombe kirin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku balafirên rêjîma Sûrî 12 êrîşên ezmanî pêk anîn.

Êrîş li ser herêmên Xan Es-Sibil, Seraqêb û Til Merdîx bû.

Di heman demê de, herêmên Kefer Hemra û Enedanê yên bakurê Helebê ji aliyê hêzên rêjîma Sûrî ve hatin topbarankirin.

Li Hemayê jî, hêzên rêjîmê gundewarên Til Es-Saxir û Morig dan ber topan.

Topbarana herî dijwar jî ya li dijî herêma Temana’a ya başûrê Idlibê bû.

Çavdêriya Sûrî diyar kir ku nêzî 60 fûze bi ser wê herêmê ve hatin berdan.

Ji aliyê xwe ve, komên çete bi gule û topan taxên rojavayê bajarê Helebê kirin hedefa xwe.

Bi taybetî taxên mîna Cim’îyet Ez-Zehra’a û El-Mogambo.

Leave a Reply

Back to top button