Girê Spî, Cerabilus û Efrîn ev dever rojane di bin guhertina demogirafî Tirkkirin derbas dibin

Ji dema dagirkirina dewleta Tirk Girê Sipî, Cerabilus û Efrîn ve guhertina dimogirafî, tevlîheviya ewlehî, tirs li ser welatiyan pêk tîne. Ji xwe ji van sûcan zêdetir siyeseta Tirkkirin û nasnameyên Tirkî li wan tê ferzkirin.
Ev jî sûc nebese, Rojnameya New York Times raporek binpêkirinên û rastiyên li Efrîn dideriwîne, weşand.

Ji dema dagirkirina dewleta Tirk Girê Sipî, Cerabilus û Efrîn, berî her tiştî guhertina demogirafî çi koçberkirina bi darê zorê, bicihkirina çeteyan li şûna malê Kurdan, pêk anî.

Ev ne tenê, lê ziman û nasnameyên xwe li hemû beşên jiyanê ji dibistan, zanîngeh ferz dike.

Berî demekê Erdogan biryara verkirina fakulteyeke bijîjkî li navçeya Raî da ku girêdayî zanîngeha Istenbolê ye

Meclisa herêmî ya girêdayî çeteyên dewleta Tirk bi armanca domandina siyasetên tirkkirinê, di 12’yê vê Sibatê waneyên perwerdeya kombuter ya bê pere vekir. Kesê ku tevlî bibe divê zimanê tirkî bizanibe û nasnameya Tirk pê re hebe.

Şêniyên ji ber bihabûna ku bazirganên dagirkeriyê ferz dikin, azaran dikişînin. Bihaya her tûrek nan hezar lîreya Sûriyê ye û yê bermîlek mazot jî 140 hezar lîreya Sûriyê ye.

Ji pirsgirêkên jiyanî zêdetir, şer û pevçûn di navbera komên çete de diqewime, di encamê de sivîl dibin qurbanî û tirs di nav wan de çêdibe.

Ji xwe jin jî her dem para wê ji sûcên van devbi xwînan heye, çete dest diavêjin jinan gihişt asta ku welatî nikare hevser an xweşikên xwe bi tenê bişîne sûkê, divê ku pê re hevjîn, bira hebe.

Her wiha Meclisa çeteyan di 7’ê vê Sibatê de giştînameyek derxist, tê de ferz li xwediyên dikanan kir ku bacan bidin û jimareyên bacî wergirin.

Tevî ku Cerablus li ser çemê Firatê ye, lê ava vexwarinê dem bi dem qut dibe, ew jî siyaseta ku şêniyan birçî bikin.

Çete sûcên revandin û daxwaza fîdyayan pêk tînin. Ji bilî wê jî dem bi dem cenaze li keviyên çemê Firatê yê li nêzî Cerablusê tên dîtin.

Li Cerablus, Girê Spî çete pir belav in, zêdetirî 20 bendên kontrolê, 10 bendên digerin hene. ev yek da ku ti tevgera gel li bajêr dernekeve.

Rojnameya New York Times bi raporekê binpêkirinên li Efrîn diderewîne

Ev qas sûc heta niha çavê cîhanê xuyaye danagire, berî çend rojan Rojnameya New York Times raporek weşand ku binpêkirin û rastiyên li Efrîn dideriwîne.

Ev yek di hemwextî ku NY raporek li ser sûc û binpêkirinên Dewleta Tirk li dijî sivîlan pêk tîne, weşandibû.

Back to top button