Li Başûrê Kurdistanê zextên li ser rojnamegeriyê

Çalakvan û rewşenbîrên navçeya Ranya û Seyîdsadiqê, biryara Dadgeha Hewlêrê ya li dijî çalakvan û rojnamevanên Behdînanê bi tundî şermezar kir. Rewşenbîran bang li gelê herêm û aliyên siyasî kir ku li dijî vê biryara hovane derkevin.

Dadgeha Hewlêrê piştî binçavkirinê bi 6 mehan, 16 vê mehê bi tawana sîxurî û hewldana têkbirina aramiya herêmê, cezaya girtîgehê heya 6 salan li 2 rojnamevan û 3 çalakvanên Behdînanê birîbû.

Şermezarkirina biryara Dadgehê li seranserî Başûrê Kurdistanê roj bi roj mezintir dibe.

Duh li Ranyayê rojnamevan û çalakvanên civaka sivîl li ber Baxê Giştî yê navçeyê nerazîbûn li dijî biryara dermirovî nîşan dan.

Çalakvanan bi daxuyaniyekê diyar kir ku girtiyên Behdînanê yên cezakirî, sembola berxwedana li dijî zilma desthilatê ne.

Çalakvanan da zanîn, li şûna ku desthilat kujerên xwepêşanderan darizîne, mamoste, rojnamevan û çalakvanên mafxwaz diavêje binê zindanan.

Çalakvanan di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahiya aliyên siyasî û gelê herêmê kir ku li dijî biryara nesincî ya Dadgehê derkevin.

“Dixwazin bi rêya dadgeh û dadweran xencereke jehrî li giyanê azadîxwazan bide”

Rewşenbîr û çalakvanên Seyîdsadiq a Silêmaniyê jî li bazara navçeyê kom bûn û biyara hovane ya Dadgeha Hewlêrê şermezar kir got:

“Desthilata Başûrê Kurdistanê bi rêya dadgeh û dadweran dixwaze xencereke jehrî li giyanê azadîxwazan bide.

Divê ev biryar were betalkirin û girtî bên berdan.”

Jixwe piştî borîna çend rojan di ser biryara Dadgeha Hewlêr re, her 5 çalakvan û rojnamevanan li dijî bêdadiya desthilatê, ev 2 rojin dest bi greva birçîbûnê kir.

Back to top button