Şanderê NY bo Lîbyayê Yan Kobich bi Debîba û Hefter re civiya

Şanderê NY yê nû ji bo Lîbyayê hatiye erkdarkirin Yan Kobich, di yekemîn serdana xwe bo Lîbyayê de, bi serokê hikumeta Lîbî Ebdul-Hemîd Debîba re civiya.

Di civînê de, pêşveçûna li gorî nexşerêya hatiye danîn û mekanîzmeya avakirina hikumeta Lîbî, hatin nîqaşkirin.

Her wiha Kobich, bi fermandarê artêşa Lîbî Xelîfe Hefter re jî civiya.

Her du aliyan teqezî li ser girîngiya pabendiya hemû aliyên Lîbî bi pêvajoya hilbijartinan ku biryar e 24’ê Îlonê pêk were, kir.

Li gorî daxuyaniya şandeya NY bo Lîbyayê, Kobich û Hefter, di çarçoveya hewildanên yekkirina aliyên şerê li Lîbyayê de, li bajarê Binxazî civiyan.

Berya vê civînê, Kobich li Terablusê bi serokê meclisa serokatiyê yê nûhilbijarê Mihemed El-Menfî re civiyabû û rewşa dawî li welêt guftûgo kiribû.

Back to top button