Rêber Apo: Asta pêşketina ziman asta pêşketîbûna jiyanê ye

Rêber Ocalan di parêznameya xwe 5’an bi navê Manîfestoya Civaka Demokratîk de dibêje, “Ziman daneheva civakî ya zêhniyet, exlaq, û fikra estetîk e ku civakekê bi dest xistiye. Civaka xwe gihandibe ziman, bûye xwediyê sedema bi hêz a jiyanê.”

Rêber Ocalan di parêznameya xwe 5’an bi navê Manîfestoya Civaka Demokratîk de ku bi navê “Parastina Kurdên Di Nava Pencê Qirkirina Çandî de û Çareseriya Netewa Demokratîk’ balê dikişîne li ser rol û girîngiya ziman ya ji bo civakê.

Rêber Apo di beşa yekemîn a Çarçoveya Tigînî û Teorîk a parêznameyê de dibêje,

“Têgîna ziman têkiliya xwe xurt bi têgîna çandê re heye. Di çarçoveyeke teng de ziman bi awayekî bingehîn têgîna sereke ya qada çandê ye. Di çarçoveyeke teng de mirov dikare ziman weke çandê jî bide naskirin.”

Rêber Apo diyar dike ziman daneheva civakî ya zêhniyet, exlaq, his û fikra estetîk e ku civakekê bi dest xistiye û diyar dike ku ziman hebûna nasnameyî û zêhnî ya mane û hisê ya serwextbûyî ye, bûyî xwedî îfadeyê.

Rêber Apo dibêje,

“Civaka xwe gihandibe ziman, bûye xwediyê sedema bi hêz a jiyanê. Asta pêşketinê ya ziman asta pêşketîbûna jiyanê ye. Civakekê zimanê xwe yê dayikê çiqasî pêşde biribe, ew tê wê maneyê ku asta xwe ya jiyanê jî pêşde dibe. Dîsa çiqasî zimanê xwe ji dest dabe û ketibe bin hegemonya zimanên din, ev jî tê wê maneyê, ewqasî hatiye mêtin, qirkirin û asîmîlekirin.”

Rêber Apo destnîşan dike ku civakên xwediyê vê rastiyê jiyaneke wan a manedar a zêhniyet, exlaq û estetîkê nabe û eşkere ye ku heta ji holê rabin wê weke civakeke nexweş mehkûmê jiyaneke trajîk bimînin.

Rêber Apo dibêje ku civakên mane, exlaq û estetîka xwe ji dest bidin, nirxên wan ên civakî jî bi tenê ji bo nirxên mêtinkaran dibin maddeya xam a bikaranînê.

Rêber Apo li ser vê mijarê jî wiha dibêje,

“Weke encam mirov dikare bibêje; mînak ziman weke li cem Kurdan be, civakeke di vê rewşê de ji aliyê maddî ve wê heta dawiyê xizan bibe û bikeve rewşeke parçeparçebûyî ango gelekî eşkere ye ku ji aliyê mane, exlaq û estetîkê ve wê bi şaşî, xayîn û kirêt bijî û nikaribe ji vê rewşê xilas bibe.”

Back to top button