HDP: Divê demildest polîtîkayên dijî zimanên dayîkê werin rawestandin

Sazî û rêxistinên li bakurê Kurdistanê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bal kişandin li ser polîtîkayên tekperest ên dewleta Tirk yên li ser zimanan.
Rêxistinan diyar kirin ku pêwîst e derfetên ji bo ku gel bikarin bi zimanên xwe biaxivin, perwerde bibînin û bikarin jiyan û çandên xwe bidomînin werin amadekirin.

Meclisa Rêveber a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de Roja Zimanê Dayikê hat pîrozkirin û bal hat kişandin ku li ser polîtîkayên tekperest ên çandî yên ev 100 sal in tên pêkanîn.

HDP’ê diyar kir ku li gorî Atlasa Zimanên Di Bin Metirsiyê ya Cîhanê UNESCO, li Tirkiyê 18 ziman ketine nav pêvajoya tunebûnê.

HDP’ê bibîr xist ku di serî de zaraweya Kirmanckî ya Kurdî û Lazî û Hemşînî, gelek ziman di bin metirsiya tinebûnê de ne.

HDP’ê banga rawestandina demildest a polîtîkayên dijî zimanên dayîkê û polîtîkayên bişaftinê yên li ser çandên resen û baweriyên gelan tê ferzikirin.

HDK: Heya cudahiya navbera zimanan hilneweşe wê azadiya çandan pêk neyê

Bi heman boneyê, Meclisa Bawerî û Gelan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) daxuyaniyek nivîskî da û qala zimanên ku tine bûne û di bin metirsiya tunebûnê de ne kir.

HDK’ê destnîşan kir ku heya cudahiya ku desthilatdaran di navbera zimanan de avakirî hilneweşe wê azadiya ziman û çandan pêkan nebe.

DBP: Ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyî xebat pêwîst in

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî daxuyaniyek da û hişyarî da ku li Anadoliyê û Mezopotamiyayê 18 ziman bi tunebûnê re rû bi rû ne.

DBP bang kir ku divê piştgiriyê ji saziyên ku xebatên têkildarê ziman dikin were kirin û ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyî xebat werin kirin.

ÎHD: Pêwîste derfetên ji bo gel bikarin bi zimanên xwe biaxivin werin amadekirin

Navenda Giştî ya Saziya Mafê Mirovan (ÎHD) jî diyar kir ku pêwîste amûrên zorê û polîtîkayên tekperest û bişaftinê yên li ser zimanan bên rakirin.

ÎHD’ê bang kir ku pêwîst e derfetên ji bo ku gel bikarin bi zimanên xwe biaxivin, perwerde bibînin û bikarin jiyan û çandên xwe bidomînin werin amadekirin.

Sibe li Amedê kampanyaya îmzeyan tê destpêkirin

Li aliyke din jî, Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî bi armanca kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê wê sibê bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mithat Sancar li Amedê kampanyaya îmzeyan bidin destpêkirin.

Back to top button