Saziya Zimanê Kurdî: Bi saya zimanê dayîkê Kurdan hebûna xwe parastiye

Bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya cîhanî Saziya Zimanê Kurdî û desteya perwerde û Hîndekarî ya herêma Efrînê bi daxuyaniyên cuda vê rojê pîroz kirin û diyar kirin bi saya zimanê dayîkê kurdan ji pişaftin û qirkirinê xwe parastiye.

Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de Saziya Zimanê Kurdî vê roja li axêverên zimanên qedexekirî û li xebatkarên kurdî pîroz kirin.

Saziya Ziman diyar kir ku di sedsala 21’an a ku di cîhanê de dirûşmên azadî û demokrasiyê tên berzkirin de, bi milyonan zarokên kurd, ji mafê xwe yê rewa bê par in û got:

” Ji bo perwerdekirina bi zimanê kurdî kesên mîna Ferzad Kemanger li ser axa kurdistanê tên bidarvekirin.”

Saziya Ziman bang li tevahiya kurdan kir ku divê xwedî li zimanê xwe derkevin, ji ber bi saya vî zimanî, neteweya kurd xwe ji qirkirin û pişaftinê parastine.

Desteya Perwerde ya Efrînê: Dagirker bi hişmendiyeke faşîst nêzî zimanê Kurdî dibin

Desteya Perwerde û hîndekarî ya herêma Efrînê bi daxuyaniyekê, li tevahiya mirovahiyê pîroz kir û diyar kir ku hîn jî hikumeta Şamê, kurd di destûra Sûriyê de qebûl nake û bi hişmendiya faşîst nêzî zimanê kurdî dibe.

Desteyê bang li civaka navdewletî kir ku li hember bişaftin û tunekirina zimanê kurdî bertekên nîşan bide.

Back to top button