YEKÎTIYA EWROPA MUZAKEREYÊN DI NAVBERA TIRKIYÊ Û DYA NÎQAŞ KIRIN

Şeva borî di rûniştina giştî ya Yekîtiya Ewropa yê de pêşnûmeya ku pêşniyar dike dawî li muzakereyên di navbeyna Tirkiyê û Yekîtiya Ewropa yê were, hat nîqaşkirin.

Parlamentoya Ewropayê rapora ku raportora Tirkiyê Katî Pîrî hazir kiribû, nîqaş kir.

Katî Pîrî binpêkirina mafê mirovan, gavên ne hiqûqî û dij demokratîk û 100 hezar girtî yên li Tirkiyê nîqaş kir.

Pîrî diyar kir ku rewşeke pir xirab li Tirkiyê hete û ev yek ji aliyê Yekîtiya Ewropa nayê qebûlkirin û got:

Tirkiye biryar û pêşniyarên organên Konseya Ewropayê ji nedîtî ve tê.

Ji bo wê jî hewcedarî pê nayê ku muzakereyên endamtiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropayê were domandin.

Komîserê Komîsyona YE’yê Johannes Hahn jî nêrîna xwe wiha anî ziman:

Li ser rewşa Tirkiyê fikarên me yên kûr hene.

Rejîma Erdogan dewleta hiqûqê, mafê mirovan û demokrasî binpê kiriye.

Divê dawî li muzakereyên bi Tirkiyê re were.”

Li ser navê Koma Keskan Bodel Valerîo got;

Dagirkirina EFrînê nayê qebûlkirin:

Divê em berevaniya kurdan bikin ji bo wan herêm ji terorê xelas kirin.

Her wiha di rûnştinê de jî berxwerdan Leyla Guven û çalakgerên din jî hat silavkirin.

Endama Koma Keskan Ana Mîranda jî axivî.

Mîranda greva birçîbûnê ya Guven û girtiyan bi bîr xist û got:

Tirkiye bi dîktator Erdogan ne sînordar e, divê em gelê Kurd û Tirkiyên demokrat bi dest Erdogan ve nehêlin.

Leave a Reply

Back to top button