Rafael Grossi: Em gihîştin lihevkirinekê li ser dewamkirina pişkinîna pêwîst

Birêveberê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Nuklerî Rafael Grossi ragihand, ew bi Îranê re gihîştine lihevkirinekê derbarê berdewamkirina karê pişkinînê li Îranê.

Tehranê vê hefteyê hevkariya xwe derbarê karê pişkinînerên navdewletî kêm kiribû û li gorî lihevkirinê, wê pişkinîna ji nişka ve were rawestandin.

Li gorî Grossi ku duh serdana Tehranê kiribû, wan bi Îranê re li hev kiriye ku Ajans karê xwe li Îranê bo 3 mehan dewam bike.

Parlamena Îranê, ji bo nîqaşkirina vê lihevkirinê, îro Duşemê dicive.

Amerîka: Em amade ne vegerin peymanê, eger Îran pabendî wê bibe

Di heman çarçoveyê de şêwirmendê ewlekariya niştimanî ya Amerîkayê Jake Sullivan teqez kir ku welatê wî amade ye vegere peymana nuklerî, eger Îran pabendî wê bibe.

Sullivan ji tora CNN a ragihandinê re diyar kir ku Îran gefên pêşwext dixwe, ku ew ê dev ji pêkanîna xalên peymanê berde û ev yek ne cihê rehetiyê ye.

Tehranê 23 vê mehê weke roja dawî ya rakirina cezayan ji ser Îranê destnîşan kiriye, eger nebe, ew ê karê pişkinînerên navnetewî li ser xaka xwe rawestîne.

Back to top button