Yemenê…Li Me’ribê 70 çekdarên Hûsî hatin kuştin

Artêşa Yemenî ragihand, ku li eniyên rojavayê parêzgeha Me’ribê, bêhtirî 70 çekdarên Hûsî hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn.

Navenda ragihandinê ya hêzên çekdar ên Yemenî bi daxuyaniyekê diyar kir ku artêşa Yemenî bi desteka Koalîsyona Erebî, çend êrîşên Hûsiyan li eniyên rojavayê Me’ribê şikandin.

Li gorî daxuyaniyê, çekdarên Hûsî li eniyên Hêlan, Mişceh û Kesara hewl da bi pêş ve biçin, lê êrîşên wan tevde hatin şikandin.

Hemwextî van êrîşan, topavêjên artêşê 5 panzer, ku destek ji Hûsiyan re vediguhest, ji nav birin.

Her wiha balafirên Koalîsyonê jî gelek êrîş birin ser nuqteyên çekdaran û ziyaneke mezin gihand wan.

Back to top button