Kampa Holê…10 jinên DAIŞ’î yên Fransî ji bo wan vegerînin ketin greva birçîbûnê

Tevî bi dehan bangên ji bo vegerandina jin û zarokên DAIŞ’î li welatên wan, lê ti gavên şênber nehatine avêtin. Vê carê 10 jinên DAIŞ’î yên li Kampa Holê ku hikumetên welatên wan, rê nadin ku wan li gel zarokan vegerînin, dest bi greva birçîbûnê kir.

Tevî ew bixwe jî daxwaza vegera li welatê xwe dikin, yên dawî deng ji xwe nayînin..

10 jinên DAIŞ’î yên Fransî li Kampa Holê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî, Yekşemê dest bi greva birçîbûnê kir.

Ev berteka her deh jinên DAIŞ’î, ji ber desthilata Fransayê bi domdarî vegrandina jinan li gel zarokên wan red dike, hat.

Marie Dose û Ludovic Riviere, herdu parêzerên ku şêwirê didin hin jinan, bi daxuyaniyekê got:

“Piştî çend salên bendewarî û nederxistina biryarekê, van her deh jinan ji bilî greva birçîbûnê ti bijarte di destê xwe de nedît”.

Li gorî daxuyaniya herdu parêzeran, ev jin daxwaz kirine ku di dedgehên Fransayê de bên cezakirin.

Ji çaxê DAIŞ li ser destê QSD hilweşiyaye û heta niha, Rêveberiya Xweser her û her bang li Fransa û welatên din dike ku welatiyên xwe vegerînin, lê piraniya wan xwe li bêdengiyê danîne.

Ji lew ra parêzer Dose û Rivirer banga Rêveberiyê bi bîr xist û neberpirsyariya dewletan li hemberî welatiyên xwe bi ya ne-mirovî bi nav kir.

Ev çend sal in, Parîs siyaseta “her rewşek ji ya din cudatir e” dimeşîne, heya niha jî tenê 35 zarokên ku piraniyan wan sêwî ne, vegerandine.

Jixwe vegerandina jinan li gel zarokên wan red dike.

Berî niha jixwe NY hişiyarî dabû 57 dewletan û bang li wan kiribû ku welatiyên xwe vegerînin û berpirsyariya wan rakin.

Li kampa Holê 73 hezar koçber û malbatên DAIŞ’î hene, ji van 49 hezar zarok hene, 8 hezar jî zarokên ji welatên biyanî ne.

Civaka navnetewî ji bo vê kêşeya bi-girêk ku di pêşerojê de, dibe tund û tundrewiyê zêdetir bike, ti tiştî nake.

Back to top button