Nisredîn Ibrahîm: Ji bo yekîtiyê divê hin alî berjewendiyên xwe deyînin aliyekî

Siyasetmedarên Kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê destnîşan kir ku divê hemû gelê Kurd zextê li partiyên Kurdî bikin da ku xebatên yekîtiya neteweyî bên lezandin. Ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdî gav bên avêtin, Siyasetmedaran diyar kir ku divê ENKS’ê dewleta Tirk wekî dewleteke dagirker bi nav bike.

Beşdarên komxebata “Dîdara Nakokiyên Kurdî-Kurdî, Pirsgirêk û Çareserî” ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava (NRLS) ve li Qamişloyê hatibû lidarxistin, destnîşan kir ku divê pirsgirêkên di navbera Kurdan de bi rêya diyalogê bên çareserkirin.

Sekreterê giştî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Partî) Nisredîn Ibrahîm anî ziman ku komxebat ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd gaveke şênber e.

Nisredîn Ibrahîm diyar kir ku pirsgirêka yekîtiya neteweyî dema ku hin derdor berjewendiyên xwe deynin alî, dikare bê çareserkirin, lewra divê xebat her hebin.

Stêra Qasim: Divê xebatên yekîtiyê werin lezadin

Endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Stêra Qasim jî diyar kir ku aliyê PYNK’ê cidî û bi israr nêzî wê dibe û ji bo çareseriyê gavên şênber diavêje.

Stêra Qasim bang li jin, ciwan û tevahiya civakê kir ku zextê li siyasetmedaran bikin da ku xebatên yekîtiya neteweyî bên lezandin.

Ferhad Têlo: Divê ENKS’ê dewleta Tirk weke dagirker bi nav bike

Serokê Yekîtiya Lîberal a Kurdistanê Ferhad Têlo jî, sedema binketina insiyatîfa yekîtiya Kurdî wiha destnîşan kir:

ARAS:

“Serokên partiyan berjewendiyên xwe di ser berjewendiyên gelê Kurd re digirin û ya herî girîng ew e ku biyarên pirraniya partiyên ne di destên wan de ne.

Gavên destpêkê yên ji bo serxistina xebatên yekitiya Kurdî ew e ku ENKSê dev ji hişmendiya xwe berde û dewleta Tirk wekî dewleteke dagirker bi nav bike.”

Back to top button