Li Efrînê çeteyan 3 sivîlên din revandin

Sûc, şerê dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî mirovan nebes e, bi xwezayê re jî şer dikin û herî dawî li Efrîna dagirkirî, 3 sivîlên Kurd hatin revandin û bi dehan dar hatin birîn.

Malpera Afrin Post ragihand ku çeteyên Tirkiyê yên li benda ewlehiyê ya navçeya Mabatayê bi cih bûne, 2 şêniyên bi navê Eslan Ehmed Emîn û Eslan Behrî Emîn, revandin.

Li gundê Mosaka yê Raco jî, Istixbarata Tirkî Hemîd Qedro Mihemed yê Kurd revand.

Li gorî heman çavkaniyê, çeteyan piştî standina avahiya wî û bi ser de jî 30 hezar dolar, şêniyê Kurd Ebdlrehman Elî yê 27 salî ku 2 salan revandîbû, berda.

Çeteyan 65 darên zeytûnan birîn û 4 xaniyên Kurdekî firotin

Li aliyekî din, heman malperê ragihand ku hovên Tirkiyê 20 darên zeytûn û 17 dêliyên Mihemed Qesab li gundê Qejûma yê Cindirêsê, birîn.

Her wiha li Şerayê 45 darên zeytûnan yên Henan Rehman, hatin birîn.

Her wekî li Cindirêsê, çeteyan 4 xaniyên ku yên Kurdê bi navê Mihemed Ferîd in, her xaniyek tenê bi 900 dolarî, firotin.

Back to top button