Pedersen: Dê nîqaşên me li gorî biryara 2254’an bin

Nûnerê NY’yî yê taybet bo Sûriyê Geir Pedersen dema gihaşt Şamê da zanîn ku dê diyalogên wan li gorî biryara 2254 a taybet bi agirbestê bin.

Ajansa Nûçeyan Sputnik li ser zimanê Pedersen dema gihaştiye Şamê, ragihand ku Pedersen eşkere kiriye, dê diyalogên wî bi Şamê re balê bikşînin ser biryara 2254’an, her wiha gelek doz jî dê werin nîqaşkirin, di serî de rewşa jiyanî ya gelê Sûriyê.

Serdana Pedersen a ji bo Şamê piştî binketina civînên “Komîteya Destûrî” ku wî wekî şikandina hêviyê bi nav kiribû, pêk tê.

Back to top button