Ji biryarên komxebata Zimanê Dayîkê , pêşxstina tecrubeya Rêveberiya Xweser e

Komxebata Zimanê Dayikê ku duh li bajarê Qamişlo pêk hat, bi gelek biryaran bi dawî bû. Beşdarên komxebtê îşaret bi girîngiya destekdayîn û pêşxistina tecrûbeya Rêveberiya Xweser kir. 

Bi boneya Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê, duh bi dirûşma “Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî sereke yê hemû gelan e” Komxebata Zimanê Dayikê li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Nûnerên MSD, Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl, rêxistinên navneteweyî û herêmî û rewşenbîr beşdarî komxebatê bûn.

Di komxebatê de du mijarên sereke hatin nîqaşkirin, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û cihê wê di qanûnên navneteweyî û herêmî de û perwerdeya pirzimanî û pirçandî di pergala perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de.

Kesên beşdarî komxebatê bûn, girîngiya perwedeya hemû gelan bi zimanên xwe yên dayîkê destnîşan kir.

Her wiha ji bo misogeriya xwendina bi zimanên dayîkê, li ser pêwîstiya naskirina siyasî ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî re hat teqezkirin.

Piştî nîqaşan, komxebat bi gelek biryaran bi dawî bû, ji wan:

  • Li dijî pergalên zordest, mafê gelan heye ku bi zimanên xwe fêr bibin.
  • Pêwîst e NY mekanîzmayên nû ji bo biryar û pêşniyaran bigire ku raman û berjewendiyên gelan li ber çav bigire.
  • Pêwîst e rêxistinên navneteweyî û civaka sivîl roleke çalak ji bo piştevaniya proje û saziyên fêrkirina bi zimanê dayikê bilîzin.
  • Meteryalên perwerdeyê yên hemû pêkhateyan di dibistanan de hebin û her pêkhateyek zimanê xwe fêr bibe.
  • Destek bi tecrubeya Rêveberiya Xweser were kirin û were bipêşxistin.
Back to top button