Artêşa hikumeta Şamê careke din eniyên Idlibê bi topan kirin armanc, kuştî û birîndar hene.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku artêşa hikûmeta Şamê gundê El-Fitêra yê Idlibê da ber topan û di encamê de, 2 çeteyên bi ser Tirkiyê ve hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Di heman demê de, çeteyan jî bi mûşekekê erebeyeke artêşa hikûmetê li gundê Afs ê rojhilatî Idlibê rûxand.