Parlementerên HDP’ê: Divê ji nûve komkujiya Parîsê bê lêpirsînkirin

Serokê Daîreya Îxbarata berê ya Fermandariya Giştî Îsmaîl Hakki Pekîn li xwe mikur hatibûn ku wan komkujiya Parisê kirine.
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyarkir ku divê ev îtîraf wek delîl bê qebûlkirin û ji nû ve lêpirsîn bê destpêkirin. Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca jî da zanîn ku di komkujiyê de Fransayê gelê kurd bi tenê hişt. 

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker li pêşberî berxwedana gêrila ya li Garê têkçû, rûyê wan yê rast carek din derket holê.

Serokê Daîreya Îxbarata berê ya Fermandariya Giştî Îsmaîl Hakki Pekîn di bernameyeke televîzyonê de îtîraf kiribû ku komkujiya Parîsê pêk anîne.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca têkildarî mijara parîs û li xwe mikuhatinê axivin.

Ayşe Acar Başaran diyar kir ku divê ev îtîraf wek delîl bê qebûlkirin û divê ji nû ve lêpirsîn bê destpêkirin û got;

“Omer Guney girêdayê MÎT’ê bû. Ev îtîrafa dawî carek din nîşan da ku her tişt çiqas rast e. Divê ev îtîraf wek delîl bê qebûlkirin. Divê ji nû ve bê lêkolînkirin. Ev pêvajo divê ji nû ve bê destpêkirin di alî hiqûqî de pêvajoyeke ku hewcedarî pê heye.”

Feleknas Ûca: Fransa gelê Kurd bi tenê hişt

Feleknas Ûca anî ziman ku qeydên deng ên ku Omer Guney hatiye Tirkiye û bi mîtê re xebitiye heye û Îsmaîl Hakki Pekîn yek ji van îtirafkaran e û diyar kir ku rûxmê wê jî Fransayê gelê kurd bi tenê hişt. Neçû ser heqîqetê.

Feleknas bi lêv kir ku pêşniyaznameyên ku pêşkêşî meclîsê kirine bê bersiv mane û wiha domand:

“Ji vê saetê şûnde hemû welatiyên ewropayê berpirsên vê komkujîyê ne. Heger li Ewropayê li ser kurdan komkujî pêk bê ev ê bi destên MÎT’ê pêk bê.”

Parlemtera HDP’ê Feleknasê da zanîn ku îtirafkirina komkujiyê ya 9 sal şûnde ne tesaduf e û wiha bi dawî kir:

“Ji xeynî vê îtirafê ew ê îtirafên bi çi rengî bê ez meraq dikim. Em dibînin ku Firansa îstixbarata MÎT’ê diparêze.

Heger li Ewropayê komkujî bi ser kurdan de bê wê demê ewropa berpirsê vê yekê ye. Dema ev komkujî ronî bibe wê demê ew ê para Tirkiyê jî eşkere bibe loma Firansa çavên xwe digire.”

Back to top button