Elî Xameneyî: Divê jinên di film kartonan de sergirtî bin

Li Îranê nêrîna li ser jinê em di yek nûçê de ji were bînin ziman.Lîderê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaneyî got, Karekterên jinan yên di filmên karton û anîmasyonana de divê sergirtî bin.!

Elî Xamaneyî li ser hesabê Telegiranê pirsên ku jê hatî kirin bersiv da.

Li ser pirsa ” gelo di filmên Anîmasyon de, pêwist dike jin sergirtî be?

Xameneyî yê 81 salî ev bersiv da:

Di rewşên vi bî awayî de her çiqasî sergirtin ne pêwist jî be, lê dema li ser encamên sergirtinê tê fikirinî, divê çanda sergirtinê di anîmasyonan de jî were pêkanîn.

2016’an jî Xameneyî di festîvaleke li Îranê de, fetwayek dabû û bikaranîna jinan ya bisikletê li cihên vekirî qedexe kiribû.

Ev yek li welat bûbû cihê bertekê.

Piştî li Îranê komara Îslamî 1979’an deshilata welat xist destê xwe tevî jinên geştiyar yên ji derve serdana welat dikin jî tevahî jin divê sergirtî bin.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya welat de, salane nêzî 50 hezar jin bi hinceta serê xwe negirtine, cezayê pere û zindanê li wan hatiye birîn.

Back to top button