Antonio Guterres: Hinek welat bi hinceta Corona dengê muxalifan kêm kir

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres diyar kir ku bi hinceta pandemiyê hinek welat ji bo bêdengkirina mixalîfan zextên xwe zêde kirine.

Antonio Guterres yê navê welatan nedayî di axaftina xwe ya salvegera 46. a damezirandina Konseya Mafê Mirovan a NY de wiha got:

Rêveberiya hinek welatan bi hinceta vîrûsê, dengê gelek aliyan kêm kir, beşek ji azadiyê rakirin, bêdengirina çapemeniya azad û li gorî xwe bikar anîn.

Guterres ku beşek mezin ya axaftina xwe ji mijarê re cuda kirî wiha doman.

Ji navbirina dema hilbijartinê û çalakiyên rexnegirî bi zextê ji nav têne birin.

Parêzvanên mavê mirovan, rojnamevan, parêzer, aktivîst û hwd bi binpêkirinan re rûbirû man.

Sekreterê Giştî yê NY diyar kir ku xwegihandina agahiyên girîng yên jiyanî jî hatine astengkirin.

Di nava 3 rojên li pêşiya me de, bi qasî 130 serokê welatan wê beşdarî civîna Konseya Mafê Mirovan a NY bibe û peyamên xwe ragihînin.

Back to top button