DYA û Yewnanîstan li kêleka Tirkiyê wê tetbîqata leşkerî pêk bînin

Li rojavayê bajarê Trakya yê Tirkiyê, wê DYA û Yewnanîstan tetbîqateke leşkerî ya hevbeş pêk bînin.
145 helîkopter û leşkerên DYA di çarçoveya “Defender Ewrope 2021′ de wê beşdarî tetbîqatê bibin.

Tetbîqat wê di saetên êvarî de pêk were.

Ji bo pêkanîna tetbîqatê ji DYA, Yewnanîstan û welatên balkanan wê leşker cihê xwe bigrin.

Tevî helîkopteran cara yekeme zêdeyî 1800 maşîneyên leşkerî wê di tetbîqatê de cihê xwe bigrin.

Herêma ku tetbîqat lê pêk were tenê 20 km ji sînorê Tirkiye dûre.

Ev yek di wê demê de hat ku serokomarê Tirkiye Erdogan li wê yekê mikur hat ku têkliyan navbera wan û Amerîka di asteke ne baş de ye.

Rûsya: Em amadene balefirên şer ji bo Tirkiyê amade bikin

Hemwextî van hewildanan ji Rûsya daxuyaniyek balkêş hat.

Rûsya ragihand ku ew amade ne pêwistiyên dewleta tirk yên ji balefirên şer yên SU-35 û Su-57 peyda bikin.

Back to top button