ANNA HIGLAND: DIVÊ CÎHAN FIŞARAN LI ERDOGAN BIKE DA KU JI EFRÎNÊ VEKIŞE

Siyasetmedara Denmark Anna Higland kiryarên dagirkeriya Tirk weke komkujî bi nav kir.
Higland bang li hikûmeta Denmark û Yekîtiya Ewropa kir da ku kiryarên dagirkirinê paşguh nekin.

Siyasetmedara Denmark Anna Higland (آنا هيغلاند) got ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê komkujiyan pêk tîne.

Higland ji dewletên cîhanê xwest ku fişaran li ser Erdogan bikin da ku çeteyên xwe ji Efrînê vekişîne.

Anna Higland ku namzeta parlementoya Denmarkî ye, derbarê kiryarên dewleta Tirk a dagirker de wiha got:

“Divê cîhan qirkirinên dagirkeriya Tirk li Efrînê paşguh neke.”

Siyasetmedara Denmarkî bangawaziya vekişîna artêşa Tirk a dagirker ji Efrînê kir û wiha got:

“Divê Yekîtiya Ewropa dev ji piştgiriya dewleta Tirk berde.”

Anna Higland ji hikûmeta welatê xwe xwest ku piştgiriya daxwazên gelê Kurd bike.

Siyasetmedara Denmarkî Anna Higland teqez kir ku ji bona şandina hêzên aştîparêz ser sînorên navbera Sûriye û dewleta Tirk, divê hikûmeta welatê wê bi Neteweyên Yekbûyî re têkeve nava liv û tevgerê.

Her wiha Higland xwest ku koçberên Efrînê vegerin malên xwe û alîkarî ji bo Efrîn û Kobanê were şandin.

Leave a Reply

Back to top button