Li hember fitne û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê nerazîbûna gelên herêmê zêde dibe.
Rûspiyên eşîrên Ereb helwest nîşanî êrîşan dan û diyar kirin ew derfet nadin dewleta Tirk hevgirtina di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xirab bike.
Her ku plan û hewildanên xerabkirina herêmê zêde dibin, gelên herêmê bi hemû pêkhate, eşîr û êlên herêmê jî di nav de, bi helwest û hevgirtina xwe, bersivên tund ji wan re didin.
Bi qasî gelên herêmê, rûspî û serokeşîrên ereb jî di ferqa van plan fitne û êrîşan de ne û bi her awayî li dijî wan derdikevin.
Rûspiyên eşîrên Ereb ên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo LI êrişên dewleta Tirk a dagirker derketin.
Ji rûspiyên eşîra Şerabiyan, Selah El-Zêdan tekez kir ku gelê Sûriyê yek e û tu cûdahî di navbera Ereb û kurdan de tune ye.
Ji rûspiên eşîra El-Tifêhiyîn Şêx Elî Mihemed Silêman jî dibêje, armanca dewleta Tirk ji êrişan dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
Mihemed Xelef Mihemed jî ku ji rûspiyên eşîra Şemer e, tekez dike ku hevgirtina li herêmê, berhemên keda şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berxwedana li hember êrişan e.