Rojnamevan: Astengkirina xebatên Ronahî TV nayê qebûlkirin

Nerazîbûnên li dijî destûrnedana Ronahî TV ku li Hewlêrê bixebite zêde dibin.
Rojnamevanên li Rojava destnîşan kirin ku astengkirina xebatên Ronahî TV’yê li Hewlêrê nayê qebûlkirin û bang li rayedarên PDK’ê kirin ku demildest destûra xebatê were dayîn.

Tevî ku televîzyoname belgeyên pêwîst ji rayedarên PDK’ê re, saziyên başûr re şandine jî lê rayedarên başûr destûr nadin ku Ronahî tv li Hewlêrê bixebite.

Nûçegihanê Dengê Amerîkayê yê Rojava Zana Omer helwesta rayedarên PDK’ê şermezar kir û diyar kir ku vekirina Ronahî tv li Başûrê Kurdistanê pêdiviyek e.

Zana Omer xwest ku xebatên çapemeniya azad wê xebatên çapemeniyê yên li herêmê jî dewlemendtir bike.

Zana Omer balkişand li ser girtina rojnamegerên Başûrê Kurdistanê jî û diyar kir ku li başûr azadiya ragihandinê dixeteriyê de ye.

Endamê rêveberiya VON Radyoyê û rojnamevan Xoşman Qado jî got:

“Divê ji bo hemû dezgehên çapemeniyê yên li hemû welatan destûrnameyên kar bên dayîn. Divê teqez xebatên weşangeran neyên astengkirin. Nehiştina ku Ronahî TV li herêma Başûrê Kurdistanê ofîsên xwe veke, ji bo azadiya çapemeniyê cihê fikarê ye.”

Back to top button