
Navenda Ragihandin û çapemeniya QSD’ê jî derbarê rewşa dawî ya êrîşên li ser herêmê de daxuyaniyek da.
Navendê diyar kir ku ji şevê den ve êrîş li ser herêmê dewam dikin û ev agahî hatin parvekirin:
“DewletaTirk a dagirker êrişên xwe li ser gundewarê Eyn Îsa û gundên Girê Spî zêde kir. Di wan êrişan de bi taybetî gundên Huriyê, Xoşan, Xalidiyê, û rêka M4 hatin hedefgirtin. Şervanên me di çarçoveya parastina rewa debersivê wan êrişandan. Di encama bersivdayinê de, li xeta Xoşan û Xalidiye pêvçûn qewimîn. Di wan pêvçûnan de 3 çete hatin kuştin, 7 çete jî birîndarbûn. Topbarana li serherêmê berdewam dike.”