Xwepêşandanek li parêzgeha Zî-Qar a Iraqê hat kuştin

Li Iraqê li dijî rewşa heyî xwepêşandanek li parêzgeha Zî Qar hat lidarxistin, tê de xwepêşanderek hat kuştin. Li aliyekî din jî êrîşên li dijî hebûna Amerîkî ya li Iraqê berdewam dikin û dîsa herêma Kesk a Bexdayê bi mûşekan hat armanckirin. Washingtonê jî ragihand, ew ê êdî rasterast Îranê tawanbar bikin.

Ji dawiya sala 2019’an ve xwpêşandan li dijî rewşa xirab a Iraqê dest pê kirine û heta niha 600 kes tê de hatine kuştin.

Herî dawî duh li parêzgeha Zî-Qar a başûrê Iraqê, li ber avahiya parêzgehê, xwepêşandanek li dar ket.

Ji bo jihevbelakirina xwepêşanderan, hêzên ewlekariyê gule û bombeyên rondikrêj bi ser wan de avêtin, û xwepêşanderek hat kuştin û 4 sivîl, 12 endamên ewlehiyê jî hatin birîndarkirin.

Li beramberî vê rewşê, li Iraqê her û her ji ber hebûna Amerîkî jî nerazîbûna hin aliyan heye, lewra nuqteyên wê carcaran tên armanckirin.

Duşemê dîsa herêma Kesk a Bexdayê ku tê de balyozxaneya Amerîkî û gelek avahiyên navdewletî lê ne, bû armanca êrîşan û 3 mûşek lê ketin.

DYA: Em ê êdî Îran rasterast bi êrîşan tawanbar bikin

Waşington li ser vê bûyerê bêdeng nema û li ser zimanê berdevkê xwe yê Wezareta Derve Ned Price ragihand ku ew ê êdî Îranê bi van êrîşan tawanbar bikin, lê ew ê asta tevliheviyê bilind nekin.

Price da zanîn, ew ê bi awayekî plankirî ji bo mijara bersivdayînê bixebitin.

Wezîrê Amerîkî teqez kir, ev êrîş bi çekên Îranê hatine kirin.

16 mehê balafirgeha Hewlêrê jî ku tê de hêzên kolisyonê hene, rastî 3 mûşekan hatibû.

Di encamê de kuştî û birîndar çêbûn. Hingê jî Amerîka bertekek tund nîşan da û ragihand, ew ê baş li mijarê bipirsin.

Back to top button