GEIR PEDERSEN: QSD’Ê FAKTOREKÎ SEREKE YE, DIVÊ ROLA WÊ YA SIYASÎ WERE NÎQAŞKIRIN

Nûnerê navneteweyî yê Sûriyê Geir Pedersen têkildarî stratejya xwe li Sûrî axivî û got.
QSD’ê faktoreke sereke ye û divê rola wê ya siyasî were nîqaşkirin.
Biyarên werin girtin jî, divê ji hindirê Sûrî bin..

Nûnerê Navdewletî ji bo Sûriyê Geir Pedrson têkildarî rewşa aloziya Sûrî bersiva pirsên Rojnameya Şerq El-Ewset da.

Geir Pedrson ê cara yekê ye bi erkê xwe yê nû daxuyaniyekê dide ragihandinê stratejiya xwe li ser çend xalan eşkere kir.

Pedrson destîşan kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê faktorekî sereke di Bakur û Rojhilatê Sûrî de ye û rola wê ya siyasî divê were nîqaşkirin.

“DIVÊ ROLA WÊ YA SIYASÎ WERE NÎQAŞKIRIN”

Ji xwe Meclisa Sûriya Demokratîk jî, ji bo çareseriya aloziyê projeya ne-navediya demokratîk pêşkêş kiriye.

Nûnerên Navdewletî ji bo Sûrî îşaret bi şerê li dijî DAIŞ’ê kir û wiha got,

Têkbirina DAIŞ’ê li ser erdê nêzîk e, lê belê divê em her kes zanbin ev nayê wateya tinekirina DAIŞ’ê.

“DIAŞ LI SER ERDÊ TÊK DIÇE, LÊ NEHATIYE TINEKIRIN”

Bê guman peydakirina çareseriyeke giştî ji aloziya Sûrî re, wê rê li pêşiya vegera DAIŞ’ê bigire.

Niha jî QSD’ê şerê li dijî DAIŞ’ê didomîne û di demeke nêz de wê hebûna wê ya çekdarî bi dawî bike.

Lê belê QSD’ê teqez dike ku, bîrdoziya DAIŞ’ê û şaneyên wê yên veşartî li herêmê hene.

Ji lewre têkoşîneke dirêj ji bo tinekirina DAIŞ’ê li pêşiya wan e.

Herî dawî jî Hevseroka MSD’ê Emîna Omer, destnîşan kiribû ku, heta DAIŞ’ê bi temamî neyê tinekirin, wê pêvajoya çareseriyê ne-pêkan be.

Geir Pedrson îşaret bi girîngiya avakirina komîteyek destûrî kir û diyar kir ku xebatên wan ji bo vê yekê didomin û ev tişt anî ziman.

Divê hevtêgihştinek derbarê desthilatê, destûr, hilbijartinên bi serperştiya NY, ewlehî û tinekirina terorê çê bibe.

“DIVÊ KOMÎTEYA DESTÛRÎ WERE AVAKIRIN”

Têkildarî biryara 2254 a NY jî pedrson destnîşan kir ku, erka wî di warê biryara navborî de ye ew jî sazkirina destûr û hilbijartinan e, lê belê pêwîst e ti biryar di encama danûstandinan neyên girtin, ji ber ku ev yek bi serweriya Sûrî ve girêdayî ye.

“DIVÊ SÛRÎ BIRYARAN BIGIRE”

Herî dawî jî Nûnerê Navnetewî ji bo Sûrî bal kişand ser destwerdana hêzên derve ji Sûrî re û ev hişayrî da.

5 Artêşên weke Emerîka, Rûsya, Îran ,Tirkiyê û Israîl di Sûrî de hene.

“5 ARTÊŞ DI SÛRÎ DE NE”
“DIVÊ HÊZÊN DERVE DI SÛRÎ DE ŞER NEKIN”

Eger ev hêz li hev biqelibin, wê şaştiyên mezin derkevin, encamên ne baş bi xwe re bîne û wê gefê li aramiya herêmê û Cîhanê bixwe.

Ji lewre divê em li nehêlin rastî hev werin û xebata me ya sereke be.

Leave a Reply

Back to top button