Kawe Nadir: Serkeftina gerîla, serkeftina tevahî gelê Kurd e

Nivîskar Kawe Nadir anî ziman ku serkeftina gerîlayan, a hemû Kurdan e. Parlamentera YNK’ê jî serkeftina şervanên azadiyê silav kir û bang li hêzên Kurdî kir ku li dijî dagirkeriyê, di yek çeperên de şer bikin.

Serkeftina gerîla ya li Garê, li seranserî cîhanê dengekî serbilindiyê vedaye.

Dewleta Tirkî ya dagirker digel hevkar û sîxurên xwe, berbanga 10 Sibatê li dijî herêma Garê dest bi êrîşeke bejahî û asîmanî kiribû. Leşkerên Tirk tevî balafir û her cure çekan jî, nekarîn xwe li ber vîna şervanên azadiyê bigirin. Tirkiye piştî 4 rojan şikest û ji Garê mîna roviyan reviya.

Nivîskar Kawe Nadir di vê derbarê de anî ziman ku serkeftina gerîla, serkeftina tevahî gelê Kurd e.

Kawe Nadir got:

“Êrîşa li ser Garê û hewldana dagirkirina Başûrê Kurdistanê, beşekî projeya piralî ya Tirkiyê bû.

Şikestina Tirkiyê li Garê û Heftanînê, destpêkeke mezin e, divê welatên dagirker baş vê bixwînin.”

Rêzan Şêx Dilêr: Divê Tirkiye bi çavekî biçûk li hêza Kurdan nenêre

Parlamentera YNK’ê ya li parlamena Iraqê Rêzan Şêx Dilêr jî serkeftina gerîla silav kir û da zanîn ku divê dagirkerî baş fêm bike ku li ser erdê hêzeke Kurdî heye û bi çavekî biçûk lê nenêre.

Rêzan Şêx Dilêr destnîşan kir ku nakokiyên siyasî bûne rêgirên yekîtî û lihevkirinê, divê gerîla û pêşmerge êdî di yek çeperê de xaka Kurdistanê ji dijmin û dagirkeran biparêzin.

Şêniyên Helebceyê bi govend û stranan serkeftina gerîla pîroz kir

Li her çar parçeyên Kurdistanê serkeftina gerîla bi şahî û dîlanan tê pîrozkirin.

Duh li Baxê Giştî yê Helebceyê Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer û Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê, bi gerandina govend û stiranan, serkeftina gerîla pîroz kir.

Ciwanan bênavber dirûşma “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî Serok Apo” qîr kirin.

Back to top button