Salih Gedo: ENKS sedema derengmayîna danûstandinan e

​​​​​Sekretêrê Giştî yê Partiya Çepgir a Demokratîk a Kurd li Sûriyê û endamê Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) Salih Gedo diyar kir ku ENKS sedema sereke ya derengmayîna lidarxistina gera sêyemîn a dîyalogên Kurdî ye. Lêkolîner û siyasetmedarê Kurd Azad Elî jî bang li ENKS’ê kir ku bi çi awayî be divê diyalogên Kurdî berdewam bibin.

Salih Gedo sedema derengmayîna qonaxa sêyemîn a diyalogên Kurdî li helwest û bertekên ENKS’ê vegerand, ku diyalogan lawaz dike û rê li pêşiya berdewamkirina diyalogan digire.

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) Şemiya borî Komxebata Nakokiyên Kurdî-Kurdî li dar xist. Tê de siyasetmedar, hiqûqnasên û gelek kesayetên Kurd beşdar bûn.

Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî di dawiya sala 2019’an de destpêşxeriya diyalogên di navbera PYNK û ENKS’ê de pêşniyar kiribû.

Biryar bû ku gera sêyemîn di hefteya duyemîn a Sibatê de li dar ketiba, lê heta niha çênebûye.

Sekretêrê Giştî yê Partiya Çepger a Demokratîk a Kurd li Sûriyê Salih Gedo diyar kir ku ENKS’ê diyalogên Kurdî lawaz dike û ew bûye sedema derengmayîna gera sêyemîn.

Salih Gedo anî ziman ku astengiyên ENKS’ê derdixe, bihane ne, ji lew re divê li xwe vegere, li ser maseya diyalogan bicive. Her wiha rêya pirsgirêkên danûstandinan bigire.

Lêkolîner û siyasetmedarê Kurd Azad Elî jî destnîşan kir ku astengî di encama hişmendî û nêzîkatiya bi dijminên doza Kurdî re yên naxwazin nakokiyên heyî werin çareserkirin, derdikevin.

Azad Elî di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku diyalogên Kurdî bi çi rengî be divê werin berdewamkirin, da civaka Kurd hembêz bike û pêkanîna yekîtiya Kurdî ya nîştimanî zêdetir bibe.

Back to top button