Pisporê Yasaya Desturê Dr. Şoreş Hesen da xuyakirin ku li Başûrê Kurdistanê hema mirov li dijî hikûmetê devê xwe bi yek rexneyê veke, tê binçavkirin û cezakirin. Dr. Şoreş anî ziman ku desthilata dadweriyê bi fermanên partiyetî, azadiya welatiyan binpê dike.
Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji bo dirêjkirina dema desthilata xwe, xwe spartiye şopandina rêça rejîma Bassa û gel diçewisîne.
Bi behaneyên derew û angaştên têkbirina aramiya herêmê, mafxwaz û azadîxwazan diavêjin binê zindanan.
Dadgeha Hewlêrê ya ku PDK wê bi rê ve dibe, piştî binçavkirinê bi 6 mehan, 16 vê mehê cezaya zindanê bi tawana sîxurî û hewldana têkbirina ewlehiyê heya 6 salan li Şêrwan Şêrwanî, Umêd Seîd, Guhdar Zêbarî, Eyaz Kerem û Harîwan Îsa birîbû.
Biryara nesincane ya Dadgeha Hewlêrê, bûye rojeveke herêmî û cîhanî û li her cihî tê şermezarkirin.
Mamosteyê Zanîngeha Silêmaniyê û Pisporê Yasaya Desturê Dr. Şoreş Hesen der barê sizakirina çalakvan û rojnamevanan de anî ziman ku yasaya serweriyê xwe winda kiriye û desthilata dadweriyê jî bi derkirina biryarên wiha, maf û azadiya welatiyan binpê dike.
Dr. Şoreş Hesen da xuyakirin ku li seranserî cîhanê mafê hemû welatiyan heye ku rexneyê li hikûmet û wezaretan bikin, lê li Başûrê Kurdistanê hema ku mirov devê xwe veke, tê binçavkirin û cezakirin.
Şoreş Hesen got:
“Divê biryara Dadgeha Hewlêrê li dadgeha temyîzê bê betalkirin, ji ber ku desthilata dadeweriyê li jêr bandora desthilata siyasî û partiyetî ye.
Divê gel jî fişarê li hikûmetê bike, da ji vê kirina xwe vegere.”
Çalakvan û rojnamevanên Kerkûkê jî li dijî bêmafiya Dadgeha Hewlêrê, li baxçeyê Ş. Marûf Berzencî kom bûn.
Çalakvanan pankarta “Rojnamevan ne sîxûr in, pêşî li rondikên çavan bigrin û belê ji bo serweriya yasayê” hilda û bi daxuyaniyekê banga betalkirina biryar û berdana girtiyan kir.