Rêveberiya Giştî ya Hêzên Asayîşê (Sotoro) daxuyaniyek da

Weke îro bû gava yekemîn gule li Til Temirê hate reşandin û hovên DAIŞê êrîşî navçeyê kir û komkujî pêk anîn, bi dehan bûn qurban û zêdeyî 250 sivîlên Suryan revandin. Der barê vê yekê de Rêveberiya Giştî ya Hêzên Asayîşê-Sotoro daxuyaniyek da û teqez kir, ew ê rê nedin guhertinên demografîk. Her wiha şêniyên herêmê jî duh bi merasîmekê şehîdên komkujiyê bi bîr anî.

Bi destpêka Şoreşa Sûriyê, Til Temirê ji bo gelek hêz, rêxistinên dijber bû hedef, ji wan rêxistinan jî DAIŞ bû.

Weke îro Salvgera 6. a êrîşên DAIŞê li ser navçeya Til Temirê ye. Li wir komkujiyek pêk hat û tê de bi dehan sivîl hatin revandin û bûn qurban û bi hezaran jî ji warê xwe koç bûn.

Bi vê boneyê, Rêveberiya Giştî ya Hêzên Asayîşê-Sotoro daxuyaniyek da û got:

Ev êrîş û komkujî rûpelekê din li lîsteya binpêkirinên dijî gelên Suryan, Asûr, Keldan zêde dike.

Tevî ev qas êrîşên ku dixwestin vîna gel armanc bikin, lê negihaşt armanca xwe.

Bervajî wê hêz da ku bêhtir hêzên leşkerî xurt bibin, da êrîşên DAIŞ têk bibin.

Dawî hêzên Asayîşê- Sotoro teqez kir ku ew soza berdewamiya berxwdan xwe ya ji bo xak, gel didin ji bo rê li ber guhertinên demografîk bigirin.

Şehîdên komkujiyê bi merasîmekê hatin bibîranîn

Piştî DAIŞa şagirt, Dewleta Tirk a mamoste bi giranî ket şûnê û niha hema rojane navçeya Til Temirê û hin deverên din ên herêmê dide ber êrîşên xwe yên hovane.

Têkildarî mijarê, Berdevkê Fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryan Aram Hena anî ziman ku DAIŞ ji başûrê navçeyê ve, bi çekên giran, bi hezaran çete û xwekujan êrîşî herêmê kir, lê belê bi alîkariya gel û şervanan ev êrîş têk çû.

Jixwe YPG, YPJ, Meclisa Lerşkerî ya Suryan û Zêrevanên Xabûrê li hemberî van êrîşan li ber xwe dan û ew şkandin.

Aram Hena piştevaniya darayî û lojistîk a ji bo terorê jî bi bîr xist, ku dewleta Tirk a dagirker rasterast destek dida terorê û alîkariyên lojistîkî û bijîşkî pêşkêş dikir û heta niha jî gefan li Til Temirê dixwe.

Duh jî bi dehan şênî û endamên Saziya Malbatên Şehîdan a Asûriyan û Meclisa Zêrevanên Xabûr bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Asûriyan li gundê Til Şenan şehîdên xwe yên sala 2015’an bi bîr anîn.

Back to top button