Bi bîranîna şehîdên komkujiya Helincê pêngava 8’ê Adarê dan destpêkirin

Kongra Star li Kobanê ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Helincê bi dirûşmeya “Têkoşîna me temîneta şoreşa jinê ye “pêngava 8’ê Adarê dan despêkirin.
Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Dêrezorê jî bi daxuyaniyekê bernameya rêzeçalakiyan erşkere kir.

Kongra Star li Kobanê bi destpêkirina pêgava 8’ê Adarê re, wêneyên şehîdên komkujiya Helincê li çerxerêya gund danîn.

Di çalakiyê de hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser amadebûn.

Endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Rewşen Hacim di çalakiyê de axivî û got:

Bi boneya Roja Jinan a Cîhanî em şehîdên komkujiya gundê Helincê bi bîrtînin û bi vê armancê em dest bi pêngava xwe ya 8’ê Adarê dikin.

Jinan bi têkoşîna xwe hişt ku êdî destdirêjî li jinan neyê kirin.

Jinên Dêrazor: Têkoşîna me bi ruhê şehîd Hind û Sede didom e

Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Dêrezorê jî bi boneya roja Jinên Kedkar ên Cîhanî daxuyaniyek da û bernameya rêzeçalakiyan erşkere kir.

Daxuyanî li ber Keleha Helebiya û Zelebiya a gundewarê rojavayê dêrazor hat dayîn.

Çalakiyên 8 Adarê, dê bi dirûşma “Bi giyanê şehîd Hind û Saada em ê meşa 8 Adarê bişopînin” pêk werin.

Back to top button