Bi vîna jinê em ê azadiya jinê bi dest bixin

Fermandariya Yekineyên Jinên Şengalê YJŞ’yê bi boneya 5’emîn salvegera YJŞ’ê daxuyanî da û ragihand ku wê bi vîna jinê azadiya jinê bi dest bixin û ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan têkoşinê bilindtir bikin.

Bi boneya 5’mîn salavegera damezrandian YJŞ’ê, Fermandariya Yekineyên Jinên Şengalê YJŞ’yê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya Fermandariya YJŞ’ê wiha ye:

Di pêvajoyekê wiha girîng û hesas de em salvegera 5 min ya avakirina YJŞ pêşwazî dikin.

Em vê rojê di serî de li Rêber Apo ku mimarê xeta me ya azadiyê ye û li hemû dayik, jin û gelê xwe pîroz dikin.

YJŞ’ê diyar kir ku weke têzanîn Dîroka Êzdiyatî xwe digihînî demên gelekî dur û kevnar û got:

Axa piroz û koka şaristaniyê ya Mezopotamya buye şahidê vê çand û baweriyê. Çand, exlaq û baweriyekî ewqasî esîl, çavkanîya xwe ji serdema neolitik heya niha digre. Li ser nirxên jin-dayîk xwe avakirin bi xwe re gelek pîvanên pîroz pêş xistiye.

Di domandina daxuyaniyê de YJŞ’ê destnîşan kir ku di 3’yê Tebaxa 2014’de dema DAIŞ’ê êrîşî gelê me kir em careke dinê rastî îxanetekê bêbext hatin û wiha anî ziman.

Di wan rojên herî zor û zehmet de ku kesekê hêvî nedikir ev civak wê ji destê vî dijminê hov de xilas bibe me weke jinên Êzidî xwe bi navê YPJ ŞENGAL rêxistin kir û li ser çanda berxwedêriya jina Êzidî têkoşîn kir û wekî YJŞ me xwe mezin kir.

Fermandariya Yekineyên Jinên Şengalê YJŞ’yê di dawiyê de dibêje:

Di roja me ya îro de jî jin û dayikên me li ser vî esasî li derdorê hêza parastinê kom dibe û xwe bi rêxistin dikin.

Ev ji bona me merheleyekê girîng û watedare, ji bo ku em vê merhelê bi azadiya Rêber Apo ve bigîhînîn civakek azad wê têkoşîna me ji her demî bilindtir bibe.

Back to top button