BERXWEDANA LEYLA GUVEN DI ROJA 126’AN DE YE

Li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan her ku diçe berxwedan mezin dibe.
Berxwedana Leyla Guven a li dijî tecrîdê di roja xwe ya 126’an de ye.
Li aliyê din berxwedana bi hezaran girtiyên di grevê de jî bi israr dewam dike.
Destekdayîna bi van çalakgeran re jî her ku diçe xurtir dibe.

Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan dest pê kiriye, di roja 126’emîn de ye.

Tevî çalakiya Guven çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de jî bi biryardarî dewam dike.

Çalakiya koma girtiyên ewil 16’ê Kanûnê li girtîgehan dest pê kir 88 roj in didome.

1’ê Adarê jî, li tevahiya girtîgehan girtiyên PKK’ê û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin di roja 13’an de berdewam dike.

3’ê Adarê de jî parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û 5 endamên HDP’ê ketin greva bêdem û bêdorveger.

8’ê Adarê jî parlamenterê HDP’ê Tayip Temel û Murat Sarisaç û 2 welatiyên din jî tevlî çalakiya Dersîm Dag û 5 welatiyên din bûn.

Sedat Akin jî piştî hat berdan, li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe di roja 57’emîn de berdewam dike.

Gurbet Ektîren jî di roja 58’emîn de li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê çalakiya xwe berdewam dike.

LEYLA GUVEN JI PARLAMENTERÊN DI GREVÊ DE PEYAM ŞAND

Keça Leyla Guven Sabîha Temîzkan, çalakgerên li avahiya HDP’ê di greva birçîbûnê de ziyaret kirin.

Temîzkan, diyar kir ku dayîka wê Leyla Guven bi morale û di wê baweriyê de ye ku hûnê bi ser bikevin.

Parlementerên HDP’ê jî, darbarê rewşa tenduristiya Leyla Guven de agahî ji keça wê Temîzkan girtin.

SIRRI SUREYYA ONDER: DIVÊ LEYLA GUVEN BIJÎ

Li aliyê din piştgiriya bi van çalakgeran re jî û nerazîbûnên li dijî tecrîdê dewam dikin.

Parlementerê HDP’ê yê berê Sirri Sureyya Onder, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê tenê bi Îmraliyê ne sînordarkirî ye, di heman demê de tê wateya tunekirina hêviya ji bo pêşeroja hevpar, demokrasî û aştiyê.

‘BERÎ DERENG BIKEVE TECRÎDÊ RAKIN’

Li ber Girtîgeha Mêrdînê jî HDP’ê xwest ku daxuyaniyê bide lê polîsan destûr nedan li ber girtîgehê daxuyanî were dayîn. .

Paşê Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay, axivî û got:

“Destûr nedan em li ber girtîgehê daxuyaniya xwe bidin. Ev ne hiqûqiye. Ev nêzîkatiyek keyfiye.”

JINÊN HEWREMAN JI LEYLA GUVEN RE NAME ŞAND

Platforma Jinan a Hewramî ya li Herêma Kurdistana Federal , ji bo Hevseroka KDC’ê Leyla Guven name şandin.

Platforma Jinan, diyar kir ku çalakiya Guven hêviya azadiyê dide jinan û got:

“Heta ku gelê me di vê berxwedanê de bi ser bikeve, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

REWŞENBÎR Û HUNERMENDAN JI BO GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ BANG KIRIN

Her wiha Rewşenbîr û hunermendan jî bang li hikûmetê kir ku ji bo rakirina tecrîdê tev bigere û gotin:

Ev berxwedan tenê ne ya Leyla Guven e.

Divê bibe berxwedana hemû kesên ji bo jiyaneke mirovane têdikoşin.

Leave a Reply

Back to top button