Kesên ne nas îro ciwanê bi navê Ewac El-Xezam ji bajarokê El-Şehêl a gundewarên rojhilatê Dêrazorê qetil kirin.
Li aliyekî din bi meşekê ciwanên rojhilatî Dêrazorê bûyerên kuştinê û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin.
Hat ragihand ku 2 kesên ne-nas li ser motorsîklêtek, gule reşandin Ewac û di encamê de jiyana xwe ji dest da.
Şaneyên veşartî yên girêdayî çeteyên DAIŞ’ê di demên dawîn de çalak bûn e û bi dehan bûyerên kuştinê li dijî sivîlan û jinan pêk anîn.
Beriya 2 rojan cenazeya jinekî serjêkirî li bajarokê El-Sebha yê gundewarên rojhilata Dêrazorê hate dîtin.
Ciwanên Dêrazorê li dijî êrişan daketin qadan
Li aliyê din li dijî êrîş û şaneyên çeteyan li herêmên Dêrazorê, bi dehan ciwanan li pêşiya avahiyê ciwanan a Hecînê meşek pêk anîn.
Meş li pêş nexweşxaneyê veguhirî mitîngê.
Endamê Tevgera Ciwanan li Hecînê Muwefeq El-Hesen bi navê ciwanan daxuyaniyek xwend û destnîşan kir ku ewê piştgiriya Hêzên QSD’ê di têkoşîna wan a li dijî şaneyên hikumeta Şamê, çeteyên DAIŞ’ê û şaneyên veşartî de, bikin.
Dawiyê soza şopandina riya şehîdan hat dayîn.