Bûldan: Desthilat ji rastiya Garê direve, ji ber ku sûcdar e

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir Garê xalek girîng a têkçûn û şikestinê ya desthilata Erdogan e û dazanîn ji ber sûcdar in ji eşkerekirina rastiya li Garê direvin.
Pervîn Buldan diyar kir di êrîşên ser Garê de negihiştin armanca xwe, ji lewra bi çar aliyan êrişî HDP’ê dikin.

Dewleta Tirk a dagirker ku li Garê ji gerîla derbeke mezin xwar û têk çû, berê êrîşên xwe daye ser HDP’ê.

Derbarê êrişên li ser HDP’ê de hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan îro di civîna heftane ya koma partiya xwe de axivî.

Pervîn Bûldan destnîşan kir ku desthilat ditirse ku hesabê operasyona Garê bide û got:

“Garê xalek pir girîng a têkçûn û şikestinê ya desthilatê ye.

Her kesî têkçûna wan a li Garê dît. Hê jî desthilatê bersiva pirsên HDP’ê û muxalefetê yên derbarê Garê de nedaye.

Ji meseleya Garê direvin, ji ber ku sûcdar in.”

Pervîn Bûldan destnîşan kir ku di demên berê de jî 335 leşkerên ku PKK’ê desteser kiribû bi bi danûstandinan hatin berdan û got,

“Ji ber ku armanca desthilatê ne xilsakirina wan leşkeran bû, tevî banga jî rêya danûstandinan qebûl nekirin.”

Pervîn Bûldan bersiva îdiayên Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylû ku îdakiribû Parlamentera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr çûye Garê jî nirxand.

Hevseroka HDP’ê îdayên Soylu derewand û dazanîn ku dimenên ku Soylu parvekirine dimenên dema pêvajoya aşitiyê ku dewletê kişandiye ye.

Her wiha Buldan diyar kir ku Suleyman Soylu çav berdaye kursiyê Erdogan dixwazin şerê xwe yên kursiyan li ser HDP’ê de pêkbînin û dazanîn ewê destûr nedin vê yekê.

Back to top button